Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mîşal Fallon: Pêşmerge li cihê hemû cîhanê şer dike

Yekîtî Media 12/2/2017

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Mîşal Fallon di dema serdana bo fêrgeha rahênankirina  Pilingên Zêrevanî li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand “Erkê we giran e, dizanin qirkirina dijmin bi hêsanî nabe, lê hûn kar dikin bo aramî vegere navçeyên ziyan li ser DAIŞê dîtiye.”

Fallon got: “Pêşmerge bi azayane şerê DAIŞê kiriye û em jî berdewam dibin di hevkariyan de, ji ber ku ew şer ne yê we tenê ye, ziyan jî ne yê we tenê, ji ber wê sedemê em şanaz in ku hevkariya we dikin, ta hûn şerê DAIŞê bikin.”

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê got jî: “Heta niha di riya rahênerên Brîtanî 7 hezar Pêşmerge hatine rahênankirin û di riya hêzên asmanî re jî piştevaniya we berdewam bûye, di pêşerojê de jî mil bi milê we dibin û hevkariya we dikin.”

Herwiha got: “Rizgarkirina rojhilatê Mûsilê serkeftineke mezin e û hevkariya kesên ku li wan navçeyan ziyan dîtine jî dikin, bo zemîn vegera wan bi cihên xwe çê bibe û bi aramî bijîn.”

Di dawiyê de Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê got: “Serbilind im ku leşkerên eniyên pêşiya şer dibînim û bi navê xelkê Brîtanyayê spasiya we dikin. hûn nimûneya wan kesan in ku li cihê hemûyan dicengin. Di sala 2016 we DAIŞê derkir, di sala 2017an de jî li benda jinavbiriya yekcarî ya DAIŞê dibim. Spasiya we dikim û bi we şanaz im.”

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button