Break newsNûçeslide

Milîsên ser bi rêjîma Sûrî ve bêhtir ji 500 welatiyên Efrînê revandin

Yekîtî Media 27/3/2017

Bêhtir ji 500 welatiyên Efrînê li herdu gundên (Nibul, Zehra) yên Şî’î ji duh ve girtî ne.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand ku ,ji duh ve dora 100 otobîsên Efrînê (Yên ji Efrînê diçûn Helebê û yên ji Helebê dihatin Efrînê) ji aliyê hêzên çekdar yên li herdu gundên Şî’î Nibul û Zehrayê ve hatine girtin.

Herweha got jî, hêzên li Nibul û Zehrayê bi şevê re jin û zarokên Kurd, herwiha mêrên ji pêkhateya Erebî berdan û niha dora 500 mêrên Kurd li cem wan girtî ne.

Herdu gundên Nibul û Zehra gundên Şî’î ne û 40 k.m dikevin li başûrê Efrînê li ser riya Efrîn – Helebê. Herdu gund ji destpêka krîza Sûriyê ve ji aliyê hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî ve tên parastin.

Herwiha ji destpêka krîza Efrînê ve jî ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve ji aliyan ve dorpêçkirî bûn û tenê riya wan bo Efrînê hebû, ku hemû keresteyên xwarin û jiyanê ji Efrînê diçû ji wan re.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button