Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî: Proseya Serxwebûna Kurdistanê Dest pê kiriye

Yekîtî Media 4/5/2017

Rawêjkarê Encumena Asayiş a Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîna Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de beşdarî kir û di civînê de gotarek pêşkeş kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de balkişand ser babeta referendûma serxwebûna Kurdistanê û ragihand: “Em bawer in ku, piraniya Milletê Kurd bi – Erê, bersîva referendûma serxwebûna Kurdistanê dide”.

Li ser proseya referendûma serxwebûnê  diyar kir: “Li ser babeta referendûm û serxwebûnê,  bi tu awayek em gavan paşve navêjin” û weha berdewam kir: “Îsal referendûma serxwebûna Kurdistanê lidar dikeve.  Em dixwazin ji tevayiya cîhanê re diyar bikin, bêjin, ku raya Milletê Kurd li ser mijara serxwebûnê çi ye? Pêdiviya Civata Navdewletî jî ew e, ku rêz li îradeya Milletê Kurd bigre.”

Rawêjkarê Encumena Asayiş a Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dirêjahiya axaftina xwe ya li ser li ser proseya referendûma serxwebûna Kurdistanê de, dîtinên xwe weha rêz kirin: “Ez dikarim bibêjim ku, Pêvajoya serxwebûna Kurdistanê destpêkiriye û niha em di qonaxekê de ne, ku ber bi serxwebûnê ve diçin. Ez hêvîdar im,  di demek zû de em bigihin vê armancê . Ev refendûm îsal lidar dikeve. Hemû alî dizanin ku, Kurd şayanî serxwebûnê ye û rast e di sed salên borî de gelek astengî û nexweşî li pêş Millet Kurd derketibûn, lê Milletê Kurd gerek e baweriya wî berî her kesî bi serxwebûnê hebe û piştgiriya vê proseyê bike. Nabe ku em li hêviyê bimînin, ku xelkên din hukimraniyê û biryarê li ser me bidin.

Rawêjkarê Encumena Asayiş a Kurdistanê û Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî, destnîşankir: “Hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi serpereştiya Serok Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê kirin e. Komîteyek taybet li ser vê babetê hatiye birêxistin. Em dê li ser vê babetê tu caran bi paşve gav navêjin û ew referendum dê her cîbicî bibe.”

Herweha anî ziman: “Em dixwazin wekî her Milletek din, bi awayek yeksan bijîn û me daxwaza tu mafekî nekiriye ku ne mafê me ye. Em naxwazin ji Milletên din kêmtir bên liqelem dan û em destberdarê mafên xwe nabin. Em dive wekî hemû Milletên din xwedî mafê xwe yê çarenûsê bin, ku di peymanên navneteweyî de jî hatiye mîsoger kirin.

Enfal, jenosîd anîn ser gelê me, bi her awayî xwestin bandore li jiyana me bikin. Mûçe birîn, ambargo danîn, lê bi tu şêweyî nekarîn iradeya Milletê me bişkînin. Em dixwazin têkiliyên me li gel Bexdayê û welatên din ên cîran di nav aştî, aramî û ewleyiyê de bin. Bi şeweyek aştiyane û bê kêşe em li gel hevûdu, li vê deverê bijîn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button