Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesrûr Barzanî: Gel dixwaze serok hilbijêre

Şandeke PDK bi serokatiya Mesrûr Barzanî û endametiya Endamê Polîtburoya PDK Kemal Kerkûkî û çend endamên din ên wê partiyê serdana pêkhateyên Tirkmen û Asuriyan li Hewlêrê kirin. 

Mesrûr Barzanî ragihand: “PDKê rijd e ku serokê Herêma Kurdistan her car ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, ne bi rêya parlamentoyê ve.” 

Wî endamê Polîtburoya PDK derbarê civînên aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de, wiha got: “Eger tifaqek çênebû, divê em vegerin bo raya xelkê, ku ew bi xwe bêjin ew çi sîstemê ji hilbijartina serok re dixwazin.” 

Serokê Fraksiyona Hewlêr Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de, Macid Bazirgan derbarê armanca serdana şanda PDK ragihand: “Serdaneke normal bû, lê me behsa pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê kir. Me nêrîna xwe jî ji wan re got, ku em ligel sîstema parlamanî ne. Derbarê awayê hilbijartina serok jî, em ligel wê yekê ne ku xelk biryarê li ser wê yekê bidin.” 

PDKê dibêje, bila Serok Barzanî heta 2 salên din jî li ser kursiya xwe bimîne lê partiyên din vê yekê bi mercekî qebûl dikin ku qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê were guhertin û êdî serok ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve were hilbijartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button