Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesrûr Barzanî: Dirustbûna DAIŞê ji ber pirsgirêkên navçeyê bû

Yekîtî Media 16/5/2017

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî simînareke taybet li Washingtonê li dezgeha bi navûdeng a Heritage pêşkêş dike, ku yek ji navendên karîger ên nêzîkî Komariyan e, di simînarê de roniyê dixe li ser nêrîna Kurdistanê derbarê Iraqê de ji piştî şerê DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê vedibêje.

Mesrûr Barzanî ragihand, di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, nêzîkî yek hezar û 707 Pêşmerge şehîd bûn û hejmara birîndarên Pêşmerge ji wê zêdetir in.

Got: “Wek dizanin em ji bidawîbûna şerê Mûsilê û DAIŞê ve nêzîk dibin. Niha DAIŞ li Iraqê li ber têkçûnê ye. Di Iraqê de şerekî giran hebû, dema DAIŞê êrîşên xwe di 2014an de li Iraqê dest pê kir û bi taybetî li dijî Kurdistanê.”

Derbarê dirêjbûna dema şerê DAIŞê jî, Mesrûr Barzanî got: “Me hemûyan pêşbînî dikir ku ew şer dirêj be. niha em dibînin ew şer bidawî dibe. DAIŞ li Mûsilê têk diçe. Xwaziya li tevahiya Iraqê jî bi yekcarî bidawî biba, lê di baweriya me de şikestina DAIŞê a leşkerî ne bidawîbûna terorê li Iraqê û herêmên me ye.”

Do beşeke din ya simînarê de got: “Tevî ew eydolojî û hizra tundrewiyê berdewam dibe, em jî dirêjiyê bi xebata li dijî DAIŞê didin.”

Derbarê dirustbûna DAIŞê de got: “Em hemû têdigihin ku DAIŞ berdewamiya rêxistina Qaidê ye û piştî DAIŞê rêxistinên din yên hevawa dirust dibin û berdewamî bi hizra tundrewiya xwe didin û dibe hemû jî vegerin.”

Hevdem derbarê egera rûdana şer di dahatû de, Mesrûr Barzanî got: “Di baweriya me de şerê dahatû ne di riya rûbirûbûna leşkerî dibe, lê bi awayê hewalgîrî dibe. Xwaziya tevahiya dezgehên hewalgîriyên cihanê bi hev re kar bikin, bo rawestandina wê pirsgirêkê.”

Herwiha gotî:“Pêwîst e ji bîra me neçe ku hemû ew xelkê qurbanî daye û giyanên xwe beşxşandine, em li hember wan serê xwe daditewînin, bo ew pêşmergeyên giyanên xwe bexşandine bo parastina me û rûbirûbûna wê rixistina teroristî.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button