Break newsNûçeslide

Merwa: Rûsiya Sîwaneke Leşkerî Û Siyasî Ji Tawanên Esed Û Dorpêçkirina Sivîlan Re Dabîn Dike

Îro firokên Esed bi bermîlên teqîner bajarê Dareya li gundewarê şamê bigiranî bombebaran kir, ku her ji sibehê ve û heta niha 26 bermîlên teqîner bi ser de hatine avêtin, tevî ku bajar ji çar salan ve di bin dorpêçkirinek asê de ye ku biyekcarî xwarin û derman li ser hatine qutkirin. 
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku “rêjîma Esed li ser qadê biryarên encûmena asayîşê binpê dike, bi asêkirina dorpêçkirina sivîlan û birçîkirina wan û qedexekirina derman û alîkariyên xwarinê li ser wan, û bi sîwana leşkerî û siyasî ya ji aliya dijminkariya Rûsiya li ser welatê me, hevdem digel ku rêjîma Esed civaka navdewletî dixapîne û xemsariyê dike der bare piroseya siyasî û reva ji maseya danustandinan ku ewjî bi sîwanek siyasî ji Rûsiya ye “. 
Merwa bi sûrbûn got ku îro Rûsiya bi destdirêjiya xwe ya serbazî li ser Sûriyê û kuştina sivîlan û bi sîwana xwe ya siyasî ji rêjîmeke terorîst û nerewa re, ku mezintirîn astengiyan li pêş piroseya siyasî li Sûriyê datîne”, û amaje kir ku Rûsiya bi reftara xwe ya siyasî û serbazî nameyekê dişîne bo tevaya cîhanê ku; ew gelekî ne cuda ye ji rêjîma kuştin û terorê ya li Şamê “. 
Merwa got ku “Esed hewla jikarxistina her çareseriyeke siyasî di sûriya de dike, bi rêka sûrbûna xwe li ser berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û qedexekirina derman û xwarinê ji ser wan, hevdem digel nekarîneke diyar li ser neçarkirina Esed bo bicihkirina biryarên encûmena asayîşê yên tekest dikin li ser rakirina dorpêçkirinê û derbaskirina alîkariyan, ku hîç çareserî nîne ji bilî bikaranîn û bihêzkirina Artêşa Azad bi pêşkêşkirina mûşekên dij mertalan û bi çekên coreyî ji bona bikaribe dorpêçkirinê bişkîne û jiyana sivîlan ji mirina ji birçîna biparêze”. 
Merwa bi navê Hevbendiya Niştimanî û bi navê gelê Sûriyê daxwaz ji “dostên gelê Sûriyê kir ku bila ew şerim nekin ji pêşkêşkirina çekên coreyî û piştgiriya me ji bona çareserkirina arîşeya dorpêçkirinê ji kokde bikin, nemaze ku ew dibînin çawa Rûsiya bi hawara hevalbendê xwe hat, netenê bi pêşkêşkirina çekan, lê herwiha bi şandina çete û firokên xwe da li pêş çavê cîhanê xelkê me bombebaran bike”. 
Ku zêdetir ji 13 navçeyên Sûriyê ji aliyê hêzên Esed û mîlîşên tayefeperist yên duvelank di bin dorpêçkirineke asê de dijîn, ku li hin navçeyan gihişt heta radeya mirina ji ber birçîbûnê, wek tişta li Medaya bûye, herwiha ku herdu bajarên Dareya û Me’edemiyê di bin dorpêçeke dijwar de dijîn, ku mîna bûyera Medaya li ser wanjî xwarin û derman hatine qutkirin. 
Dorpêçkirina Dareya ji çar salan nêzîk dibe ku hêjî 12 hezar sivîl têde dijîn li jêr nebûna hîç xizmetgozariyên serekî û qedexekirina hemû şêweyên alîkariyên xwarinê û yên nojdarî. û îro firokên Esed her ji destpêka sibehê ve 46 bermîlên teqîner avêtin li ser herdu bajarên Dareya û Me’edemiyê, hevdem digel peydabûna şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîmê û artêşa Azad de, ku artêşa azad rûbirûna hewlên rêjîmê kir dema hewl didan ku nêvbera di nav Dareya û Me’edemiyê kontrol bikin biarmanca cudakirina wan ji hev. 
Herwiha  navçeya başûrê Medemiyê rastî bombebarankirineke dijwar hat bi topxaneya giran û bi butlên teqîner û mûşekên zemîn zemîn, li aliyekê din hîlîkopterên rêjîmê 20 bermîlên teqîner avêtin bi ser Me’edemiyê bitenê de. 
Li aliyek din artêşa azad hêjî berdewam e di rûbirûbûna hewlên hêzên Esed de yên ji bona derbasbûna bajêr ku rêjîmê gelek erebeyên giran û serbaz komkirine, û bi bikaranîna çekên giran û yên wêranker. 
Hêjayê gotinê ye ku rêjîma Esed ji çar salan ve navçeyê bombebaran dike, nemaze bi bermîlên teqîner ku di sala 2015 an de Dareya bitenê bi 3340 bermîlî hat bombebarankirin. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button