Break newsNûçeslide

Merwa: Nakokî Bi Desteya Hemahengiyê Re Wê Bibe Beşek Ji Qonaxeke Bûrî

Li Baregeha Yekîtiya Ewropî li Biroksilê Paytexta Belcîka, ev bû du roj gotûbêj di navbera Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Hêzên Guherîna Dîmuqrat berdewam in. û li gor Cîgirê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa salixa gotûbêjan daye , di seqayeke erênî de ne.
Merwa yê ko di gotûbêjan de beşdar e, destnîşan kir ko  “Nakokî bi desteya hemahengiyê re wê bibe beşek ji qonaxeke bûrî”
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî  diyar kir ko gotûbêj li ser Belgeya pirinsîbên bingehîn ya çareseriya siyasî  ne, û nuha daraştina dawî li nerîna hevbeş re amade dibe, û dibe kongirekî Rojnamevanî her du alî sibe roja Înê lidar bixin û encamên gotûbêjan ji raya giştî re ragehînin.Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button