Break newsNûçeslide

Mele Bextiyar: Dewleta Kurdistanê ji welatên cîran re nabe gef

 Yekîtî Media 6/9/2017

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mele Bextiyar radigihîne, serxwebûna Herêma Kurdistanê ne gef e li ser ti welatekî derdorê.

Mela Bextiyar ji ajansa “Tesnim” a Îranî re ragihand, referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê kirin û ji bo welatên cîran nabe gef, belkû dibe sedema aramiyê.

Derbarê vekişîna Pêşmerge ji sînorê Kerkûkê de, Mele Bextiyar got: “Em neçûne ser navçeya gel û regezekî din. Dema Kerkûk kete metirsiyeke mezin, hêza Pêşmerge Kerkûk parast. Kurd li Kerkûkê xwediyê male ye û piştî şerê DAIŞê jî Pêşmerge bi ti awayekî ji wan navçeyên ku parastine venakişe. Ew ê me li Kerkûkê kiriye, cibicîkirina erkê netewî û niştimanî ye.”

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button