Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mela Bextiyar: Em rê nadin terorîst li Kurdisdtan û Êraqê bimînin

Çeteyên rêxistina terorê DAIŞ îro 28 / 8 / 2014`e karwana berpirsê desteya kargêr ê polîtboruya YNK`ê Mela Bextiyar û Şêx Cafer gulebaran kirin, di encamê de yek ji pesawanên heval Mela Bextiyar bi sivikî birîndar bû.

Berpirsê desteya kargêr ê YNK`ê Mela Bextiyar piştî bûyerê da xuyaniyek da PUKmedia û da xuya kir ku; Îro dema ew ji erkek teybet ji Xormatu vedigeriyan, ji aliyê çeteyên bi ser rêxistina terorê DAIŞ ve ne rastî gulebarankirinê hatin û diyar kirin ku pevçûna rûda li ser qadeke nêzê 500-600 metre de berdewam kir.

Mela Bextiyar wiha berdewam kir û got; Di encama êrişê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû, her wiha otombêla me rastî zirarê hat, û da xuya kirin ku ji vir û pê ve derfeta ku terrorist li Kurdistanê û Êraqê bimînin nemaye û ev bûyer yek ji tewanên wan ên hovin û dê Kurdistan û Êraqê ji qirêja terorê bêne paqij kirin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button