Break newsGotarslide

Mehmed Mîhrî Hîlav û Kovara Kurdistan

Seîd Veroj

“Ger ronahî ne ji te be, çiraya xatirê riya te ronî nake.”

Mehmed Mihri HilavLi ser çapkirina yekemîn kovara Kurdistanê (30 Kanûna 1919) 98 sal û li ser mirina Mehmed Mîhrî Hîlav jî 59 sala derbas bûn. Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê kurd e. Ew, yek ji endamên çalak ên rêxistinên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek meqale nivîsandine û pirtûkên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wek zimanzan, edîb, rojnamevan, sîyasetmedar, civaknas û hiquqzan tête naskirin. Bi derengî be jî, bîranîna ked û xebata şexsîyetên wekî Mehmed Mîhrî, ji alîyekî ve pêkanîna mesuliyetîyek komelî û neteweyî ye û ji aliyê din ve jî bi kêmanî hinek ronîkirina rewşa civakî û sîyasî ya wê demê ye.

Mehmed Mîhrî, lawê Mele Evdilayê Mele Mehmûdê Deşî ye, Mele Mehmûd jî lawê Mela Mehmed e û ew jî lawê Ehmedê Gewre yê nevîyê Muzeferxanê Ciwanro ye. Dayika wî, keça Seyid Şehabeddînê Talsî ye. Mehmed Mîhrî, di sala 1885an de li bajarê Sinê û gundê Deşîyê ji dayik bûye. Malbata Mehmed Mîhrî bi eslê xwe xelkê rojhelatê Kurdistanê ye, ciyê daniştina malbatê bi navê Gulamber tête nasîn û ciyekî havîngeh ê herêmê ye.

Li gor gotina lawê wî Selaheddîn Hîlav: “Mehmed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh (10) xuşk û birayên wî hebûn; dido ji wan keç û yên din jî lawîn bûn.” Ji ber ku du keçên wan di piçûkayîya xwe de mirine, heşt (8) zarokên Mela Evdilayê Miftî li heyatê man e.

Xatû Ozra,

Mehmed Mîhrî,

Mele Mehmûd Miftî,

Mihemed Reşîd Xalidî,

Mihemed Seîd Miftî,

Evdirehman Miftî,

Mihemed Xalid Miftîzade,

Mihemed Sadiq Miftîzade

Mehmed Mîhrî zarokê duyemîn ê Mele Evdilayê Miftî ye.

Malbata wan îro jî li rojhelatê Kurdistanê navdar e û bi navê malbata “Miftîzade” têne nasîn. Gelek endamên vê malbatê ji doza rewa ya milletê kurd re xizmetên pîroz kirine.

Mihemed Mîhrî, di 17 salîya xwe de ji ber hin nakokîyên malbatî terka cî û warê bav û kalan dike. Ji bajarê Sinê ve, berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê herêma Serhedê. Li Wanê di medreseya Xorxorê de xwendina xwe dom dike. “Demek li bajarê Qersê dimîne û paşê diçe Erzerumê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911 de bi riya Trabzonê re derbasê Îstenbulê dibe.” Li gor gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, ew di bîst salîya xwe de hînê zimanê turkî dibe.

Li Îstenbulê di Medreseya Fatîhê de ji nav 150 xwendevanan bi pileya yekemînî xwendina xwe temam dike û bi alîkariya mamosteyê xwe Husên Hûsnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, sala 1912yê di heman medresê de dibe dersîam.”

Bi alîkariya Babanzade Îsmaîl Heqî, dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û Koleja Hiquqê dixweyne. Sala 1921ê bi sicîl nimuroyê 1038 qeyda xwe li Baroya Îstenbulê çêdike. Ji alîkî ve karê dersîamîyê û ji aliyê din ve jî parêzerîyê dike.

Keça wî Lamîa Hîlav jî dibêje: “Bavê min di Medreseya Fatîhê de ji Sehanê Sehan îcazeya dersdana Arebî, Farisî, Kavaîd ( gramer) û Felsefeya Dinî wergirtîye.”

Mehmed Mîhrî, ji Teşrîna Sanî ya sala 1912 bigre hetanî meha Temmûza1922an di dibistan û saziyên ciyawaz de karê dersîamîyê dike.

Di vê demê de, Mehmed Mîhrî, li Îstenbulê gelek kurdên ronakbîr û xwendekarên ciwan nas dike; yek ji wan şexsîyetan jî Babazade Îsmaîl Heqî ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bû. Herweha bi şexsîyet û rêxistinên kurdî yên wê demê re têkilîyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin. Ew bi zanîna xwe ya berfireh, di nav xebata ronakbîrî, sîyasî û rêxistinî ya milletê kurd de ciyê xwe digre û dibe yek ji şexsîyetên navdar ê milletê kurd. Wî di weşanên wekî Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetawî Hewlêr de bi nav û mahlasên M. M., Mîhrî, M., Mehmed Mîhrî, Kakeheme, Dawer Erdelanî, Binî Erdelanî, Zehawî Zade, Av. Mehmed Mîhrî û Av. Mehmed Mîhrî Helav nivîsandîye.

Mehmed Mîhrî di sala 1920ê de, bi Şazîye Xanima qîza mamosteyê xwe Hûsên Hûsnî yê Daxistanî re dizewice. Şazîye Xanim (1903-1990), wê demê Mektebê Îdadî xelas kirîye, bi mûzîkê re eleqeder e, li ûdê dide û resîman çêdike.”

Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Sûheyla û Leyla sê keçên wan û bi navê Selaheddîn (1928-2005) û Nejmeddîn (1934-2000) jî du lawê wan çêdibin.

Peyama Kurd

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button