Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Medya Tirk: Nexşeya Amerîka ji bo Sûriyeke nû heye

Yekîtî Media 14/8/2017

Li gor medya Tirkiyê pisporên Amerîkî ligel berpirsên PKK li devera Hesekê û Reqa civiyan e û şiklê dawî ya federalizma li Sûriyê girtine dest.

Medya Tirkiyê destnîşan dike, civîn di 27-28 Tîrmehê de lidar ketine û di danûstandina CIA û PKK de lihevhatin li ser 3 herêman û 6 kantonan hatiye kirin.

Medya Tirkiyê diyar dikin ku, Mertala Firatê ku Operasyona Tirkiyê li Sûriyê bû, armanca hevbeş a Amerîka û PKK ye û her du alî dixwazin li wan deverên niha di çarçoveya Mertala Firatê de ne, bikevin nav kantonên PKK de.

Medya Tirkiyê bêyî ku tu çavkaniyan ji idiaya xwe re diyar bike, dinivîse ku, di nexşeya nû ya Amerîka ji bo Sûriyê de, dê kanton bigihin heta Deryaya Sipî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button