Break newsNûçeslide

Me Pirojeyek Bo Dagirtina Valehiya Desthilatê Heye Piştî Rûxandina Rêjîma Esed

Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa amadekariya Hevbendiyê û hêzên şoreşê tekez kir ji bo rûbirûbûna valehiya desthilatê piştî rûxandina rêjîma Esed bi rêka pirojeyekî amadekirî di warê yasayî û ewlekarî û siyasî û xizmetguzarî.
Merwa got: “li rex me pilan û rêşûnên diyar û destnîşankirî hene ji bo dema rêjîma Esed û sîstema wî ya ewlekarî birûxe, û em dibînin ku bi saya pêşketinên leşkerî yên şoreşgeran yên bilez û berdewam li ser qadê nêzîk bûye “, û got: ” ku rûbirûbûna ewlehî û xizmetgozarî wê giringtirîn kar bin li pêş me, ku wê têkilî bi karê Ewlehî re bête kirin ji aliyê wezareta bergiriyê û wezareta navxoyî ya Hikûmeta Sûrî ya demkî bi hemahengiya ligel tabûr û hêzên şoreşê yên kara li ser qadê, û bi avakirina komîteyên sivîl bo parastina ewlehiyê di tax û gundan de”.
Merwa derbarê kartê xizmetgozariyan tekez kir li ser “hebûna pilan û hemahengiyê di navbera çendîn aliyên cêbicêkar de, bo dabînkirina pêdiviyên xelkê bi rêka dabînkirina xizmetgozariyên serekî mîna xwendin û saxlemî û pêdawîstiyên jiyanê, ewjî bi rêka heryek ji wezaretên pêwendîdar di Hikûmeta demkî de, û Encûmenên Xwecihî û Rêxistinên Mirovî û yên Navdewletî; bi piştgiriya dewletên dost û yên bira”.
Merwa amaje bi wê yekê kir ku “Hevbendiyê dixwest piroseya siyasî ser bikeve bo veguhestinek aştiyane ya desthilatê ku hevbendî hêjî hewlê bo vê yekê dide; lê rijdbûna rêjîma Esed li ser çareseriya leşkerî ya li ser kuştinê û rijandina xwînê û têkbirina jêrxana welat; ew hewl têkşikandin, herwiha aliyên piştgir ji rêjîma Esed re yên navdewletî û herêmî roleka wan ya mezin hebû di têkşikandina pirosêsa Siyasî di Sûriyê de, ku piştre wê bêne aşkerekirin- namaze ligel berdewamiya serketinên şoreşgeran û têkçûna hêzên Esed- ku pêşbirk bi hespê têkçûyî dikir”.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button