Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

McGurk: Karwanê DAIŞ dê negihe Iraqê

 Yekîtî Media 7/9/2017

Nûnerê taybet ê Amerikayê di Hevpeymaniya Navneteweyî de Brett McGurk, gihiştina karwanê DAIŞ ji Lubnanê bo Iraqê bi derew derxist.

Di twitter a xwe de McGurk nivîsî: “Liser karwanê terorist ê DAIŞ gelek zanyariyên nerast belav dibin. Karwan negihiştiye Iraqê û dê negihije jî. Otobusên wan di çolê de asê man e, lê xwarin û vexwarina wan heye”.

Tê gûmankirin ku, di karwanê DAIŞ de 300 çekdar hene û biqasî 300 jin û zarok jî dinav karwan de ne.

Ev karwan bi rêkeftinek di navbeyna Hizbullah a Lubnanî û DAIŞ de bi rê ket, rejîma Şamê jî piştgiriyê dide rêkeftinê. Hevpeymaniya Navneteweyî jî dijberiya xwe ya rêkeftinê ragihandiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button