Break newsNûçeslide

McGurk: Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistan û Iraqê hîç hêzekî din li Şingalê be

Yekîtî Media 13/3/2017

Îro dûşem , li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da’îş û şandekî li gel kir, ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Dawnsênd Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û hejmarek şêwirmendên balyozxane û artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da’îş ji bilî balkişandina li ser roja ji dayikbûna Barzaniyê Nemir û helkeftên niştîmaniyên gelê Kurdistanê li meha adarê wê yekê xisterû ku cihê şanaziye li gel Serok Barzanî û gelê Kurdistanê da kar dikîn. Tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge û di derbarê rewşa Şingalê jî wê yekê ragihand ku Amerîka naxwaze ji bilî hêzên fermiyên Herêma Kurdistan û Iraqê hîç hêzekî din li vê deverê be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button