Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Makron û Trump li ser Kurdistanê axifîn

Yekîtî Media 

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Makron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Koşka Spî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel Serokê Fransayê Emmanuel Makron axviye û di vê pêwendiya telefonî de li ser çend mijaran ku ya sereke pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê bû, gotûbêj kirin.

Koşka Spî herwiha daye xuyakirin, di vê pêwendiya telefonî de, “her du serok li ser wê yekê li hev kirin, ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Trump û Makron herwiha behsa “pirsgirêka Felestîn-Îsraîlê û proseya aştî li Rojhilata Navîn” jî kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button