Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Makîn : Divê balyozê Tirkiyê ji Amerîkayê were qewirandin

Yekîtî Media 19/5/2017

Senatorê Amerîkî yê Komarîxwaz, Jon Makîn ragihand, ku pêwîst e Balyozê Tirkiyê ji Amerîkayê were qewirandin .

Di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo Amerîkayê de, komek çalavanên Kurd û Ermenî li pêşiya avahiya Balyozxaneya Tirkiyê li Waşingtonê xwepêşandan li dijî Erdogan û siyasetên Tirkiyê li hember Kurdan li dar xistibûn, lê pasevanên taybet ên Erdogan êrîşî çalakvanan kiribûn û hejmarek ji wan birîndar kiribûn.

Li ser êrîşa pasevanên Erdogan bo ser çalakvanên Kurd û Ermenî li Waşingtonê, senatorê amerîkî yê ji partiya Komarîxwaz Jon Makîn bertekek tund nîşan da.

Jon Makîn di daxuyaniyekê de ji bo televizyona MSNBC daxwaza wergirtina helwestek tund ji rêveberiya Amerîkayê li hember Tirkiyê kir û ragihand, ku divê Balyozê Tirkiyê ji xaka Amerîkayê were dûrxistin .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button