Break newsNûçeslide

Magurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê civiya

Yekîtî Media 28/6/2017

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett Magurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê dicive.

li gor zanyariyan, ku tê çaverêkirin Magurk ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bicive û pirsa pêşketinên di operasyona kontrolkirina Reqayê yek ji mijarên serek ên civînê bin.

Ev serdana Magurk piştî wê yekê tê, ku HSDê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di 6 vê mehê de dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button