Break newsNûçeslide

Li Xurmatûyê mala welatiyekî Kurd hate teqandin

Yekîtî Media

Çekdarên mîlîşyayên Şîe li bajarokê Xurmatûyê berdewam in di talankirin û şewitandina mal û milkên welatiyên Kurd.

Derengê şeva bûrî, li taxa Komarê ya Xurmatûyê mîlîşyayên Şîe û Tirkmen xaniyê mamosteyekî Kurd bi navê Xanim Sebah Nedîm talan kirin û di pişt re jî teqandin.

Mîlîşyayên Şîe yên ser bi Heşda Tirkmen ve, hewlên xwe zêde kirine ji bo guhartina nasnameya Kurdistanîbûna bajarokê Xurmatûyê.

Li gor raportên medyayî û daxuyaniyên berpirsên îdarî yên Xurmatûyê, piştî koçberbûna bi dehan hezar welatiyên Kurd ji Xurmatûyê, malên Kurdan ji aliyê mîlîşyayên Şîe ve rastî talankirin û şewitandinê tên.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button