Break newsNûçeslide

Li Wanê panela piştgiriya serxwebûna Kurdıstanê hat lidarxistin

Yekîtî Media 21/8/2017

Li Wanê Însiyatifa Piştgiriyê a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku li Bakur hatiye damezrandin, li Wanê panelekê lidarxistin û çimayiya ku divê her Kurdekî piştgriyê bide wê referandûmê ravekirin. Însiyatîf bi şiyara ku “Dem dema piştgriya referandoma serxwebûna Kurdistanêye” xebatên dimeşîne.

Li avahiya Partiya Azadiya Kurdistan PAK’ê, bi beşdariya Serokê Giştî yê PAK’ê Mistefa Ozçelîk, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK’ê Mesûd Tek, Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak, Rêvebirê Hereketa Azadî û welatiyên Wanê panelekî li ser serxwebûna Kurdistanê hat lidarxistin. Ji ber ku destûr nehatibû dayîn ev panel li salona konferasê bêlidarxistin û panel li avahiya PAK’ê pêkhat, gelek başdaran li odeyên din û salonê godariya panele kirin.

Di panelê de, Serokê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak behsa azmûna li Başûrê Kurdistanê kir ku çewa hatiye vê merhelê û li gor şertên dîrokî pêwistiya referandûma serxwebûnê şîrove kir.

Serokê Giştî yê PDK-Bakûr Sertaç Bûcak Di panelê de got: “Îro Rojhilata Navîn jinûve tê dizaynkirin. Wisa xuya dike ku dê dewletên nû bên damezrandin. Di serdemeke wiha de Herema Kurdistanê gihiştiye asta ku berbi dewletbûnêve diçe. ”

Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek jî anî ziman ku egera serekî a Kurdên Kurdistanê muhtacî vê referandûmê kiriye, bicîhneanîna destûrê Iraqê ji aliyê Bexdayê ve buye û balê kişand ku Serokê Kurdistana Başûr  Mesûd Barzanî jî vê yekê bilêv kiriye.

Mesûd Tek got: “Serokê Herema Kurdistanê Kak Mesûd Barzanî her tim digot: ‘mayîna Kurdan li ser çarçoveya Iraqê, tene bi bicîhanîna destura Iraqêve girêdayîye, heger destura Iraq neye cîbecîhkirinê, emê jî mafê veqetîna Kurdistanê bikar bînin.’.”

Serokê Giştî yê PAK’ê Mistefa Ozçelîk jî  diyar kir ku bê tu şert û qeyd piştgriyê didin vê referandûmê û da zanîn ku tu sedemekî li dijderketina Kurdekî bo serxwebûna Kurdistanê rewa nake. Ozçelîk bale kişand ku dive prisgirêkên navxweyî û kêmasî hebin lê dê serxebûna Kurdistanê çareseriya hemû pirsgirêkên Kurdan jî hêsantir bike.

Mistefa Ozçelîk wiha axivî: “Divê em Tirkiyeyê jî qanix bikin ku pirsa Kurd û Kurdistanê li Turkiyeyê jî bê rêyên aştiyane û diyalogê bên çareserkirin û bi teqezî ravebikin û nişan bidin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ne xetereye li ser Turkiyeyê.”

Panela ku bi moderatoriya Bayram Bozyel birêveçû de, piştî axaftinan pirsen başdaran hatin bersivdayîn û daxwaz hat kirin ku her Kurdekî referandûma serxwebûnê bo xwe bike rojev û xebatan ji bo piştgriyê bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button