Break newsRaportslide

Li tev astengiyan şagirtên Dêrikê ezmûnên pûla 9an pêşkêş kirin

Yekîtî Media 23/5/2017

Bi destpêka ezmûnên bawernameya xwendina sereke ya pûla 9an ji bo sala 2017 an, Gelek astengî dikevin pêşiya şagirtan ji aliyê derûnî û ji aliyê laşî ve , lewra bandora xwe ya nerênî li asta şagirtan ya zanistî dike.

Ew astengî di navbera aliyên aborî û derûnî û hişmendî de belav dibin, şagirtê bi nave Ehmed Murad ji Yekîtî Media re tekezkir, ku gelek astengiyan dibînin ji wan ku dive seet 4 sibê ji Dêrikê derkevin da ku bigihên cihê ezmûnê li çargoşeya ewlehî li Qamişlo lewra ew tûşî westandineke mezin tên û ev yek bandore li asta wan dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button