Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Şirnexê 3 leşkerên Tirk di encama teqînekê de mirin

Yekîtî Media 4/4/2017

Li Şirnexê, li çiyayê Gabarê yê Bakurê Kurdistanê teqînek rû da 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê yên hêzên leşkerî de hat zanîn, îro danê sibe bombeya ku ji aliyê PKKê ve di erdê de hatibû çandin, hate teqandin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button