Break newsNûçeslide

Li Şedadî endamekî sîxoriya YPG welatiyekî Ereb kuşt

Yekîtî Media 1/5/2017

Li bajarê Şedadî ku 60 km başûrê Hesekê dikeve, astengî di navbera welatiyên wî bajarî de û çekdarên PYDê de derket piştî kuştina welatiyekî Ereb ji êla Cibûran li ser destê endamekî sîxoriya YPG.

Jêderkî nêzîk YPG li Şedadî ji Yekîtî Media re eşkerekir, ku piştî derketina kirîzê di navbera dewriyeke sîxoriya YPG û xwediyê dikanekê de, endamê sîxoriya YPG Mezlûm êrîşî dikanê kir û xwediyê wê bi kilaşinkovê kuşt.

Êlên Ereb ev kiryar bi acizbûnek mezin wergirtin û niha ew û hin serkirdeyên HSDê daxwaza radestkirina kujerê wî welatiyê Ereb dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button