Break newsNûçeslide

Li Rajo Asayişa PYD ciwanan ji bo leşkeriya bizorê binçav dikin

Yekîtî Media 22/7/2017

Jêderekî navxweyî ji Efrînê ji Yekîtî Media re diyarkir ku, asayişa serbazî ya ser bi PYD ve êrîşî gundê Jal yê girêdayî nahiya Rajo li gundewarê bajarê Efrînê kir, û ciwan binçav kirin û ew ajotin navendên ewlehiyê.

Heman jêderî tekez kir ku komîtên PYD û TEV-DEM ê serhejmarek ji xelkên gund re çêkirin, û ji wan xwestin ku cihê ciwanên xwe diyar bikin.

Heman komîtan gef li xelkên gund kirin ku heger ciwanên xwe radest nekin, ewê hemû kesên temenê wan di navbera 40 ta 60 salî bigrin û bibin leşkeriya bizorê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button