Break newsNûçeslide

Li Qoserê Civîna Girseyî ya Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê lidarket

Yekîtî Media 27/8/2017

li Qoser a Mêrdînê, roja 26.08.2017an li Holeke Mezin, civîna girseyî ya Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê li dar ket.

Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û Hiqûqnas Sebahattin Korkmaz weke axefêr beşdarî  civînê bûn.

Nûnerên PDK-S,PYKD-S, Yekitîya Kurdên Sûrîyê, HUDAPAR,CHP, Nûbihar, DİSK û Belediye-İş ê û gelek sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend li gel  girseyeke baş ya gelê me beşdarî civînê bûn.

Serokê Teşkîlata Mêrdînê yê PAKê Bedran Acar Moderatorîya civînê kir.

Civîna piştgirîya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bi yek deqîqe rêz girtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Bedran Acar, bixêrhatin û spasîya  beşdaran kir. Û di derbarê referandûma serxwebûnê de bîr û rayên xwe anî ziman û di derbarê xebatên Însîyatîfê yên li Mêrdînê agahdarî da. Herweha endamên Însîyatîfê , Kemal Yildirim, Şêxmûs Asik,Salihê Omerî(PSK), Bedran Acar(PAK), M.Saîd Remezanoxlû(PDK-Bakur) hatin danasîn.

Piştî axaftina destpêkê ya Bedran Acar, di beşa yekemîn a civînê de, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Hiqûqnas Sebahattin Korkmaz, Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik axaftin.

Hemû axafêran ji ber xebatên wan yên berfireh û dilsozane spasîya Însîyatîfa Mêrdînê kirin. Di derbarê xebatên Însîyatîfê, pêwîstî û girîngîya referandûm û serxwebûnê de bîr û rayên xwe anîn ziman. Axafêran gotin ‘’Ji referandûmê re jî, ji serxwebûnê re jî ‘Erê’. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê di referandûmê de, bi beşdarîyeke herî zêde û bi ‘Erê’yeke herî zêde, derîyê serxwebûnê vekin. İvê hemû Kurd û Kurdistanî^Yen cîhanê jî piştgirîya wan bikin, li doza serxwebûnê xwedî derkevin’’.

Piştî van axaftinan helbestvan Ahmedê Kurdî û Seydayê Gurdîlî (Mele Îmadetîn) di derbarê serxwebûnê de helbestên xwe xwendin.

Di beşa duyemîn de beşdaran pirsên xwe kirin û axafêran jî bersîva wan dan.

Di beşa sêyemîn de jî bi kurtayî her pênc axafêran bîr û rayên xwe anîn ziman.

Civîna Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya li Qoser a Mêrdînê bi beşdarîyeke baş û di atmosfereke welatperwerane bi dawî hat.

26/8/2017

Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button