Break newsNûçeslide

Li Qamişlo pevçûn di navbera asayişa PYD û bervaniya niştimanî de derket

Yekîtî Media 20/4/2016

Li bajarê Qamişlo pevçûn di navbera artêşa berevaniya niştimanî ya bi ser Rêjîma Sûrî ve û Hêzên asayişa PYDê de derket.

Nûçegihanê me diyar kir ku pevçûn lidarket, piştî ku çekdarên artêşa berevaniya niştimanî turumpêlek asayişê gullebaran kirin, di sibeha îro de.  

Di encama van pevçûnan de 2 Endamên Asayişê jiyana xwe ji dest dan û Hejmarek jî birîndar bûn.

 Piraniya  birîndaran hatin veguhestin bo Nexweşxaneya Nafiz li Qamişlo.

Nûçegihanê me tekez kir ku Hejmareke mezin ji sivîlan di nexweşxaneyan û dikanên bajêr de Asê mabûn û nikarîbûn derkevin dema pevçûn lidar bûn.

Tê zanîn ku gellek pevçûnên weha li herdû bajaran Hesekê û Qamişlo derdikevin, lê ew dirêj nakin û tên rawestandin di heman rojê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button