Break newsNûçeslide

Li Qamişlo mangirtin li dijî biryara qedexekirina perwerdeya taybet derket

Yekîtî Media 7/8/2017

Bi sedan xwendekarên Kurd li pêşiya navenda netewên yekgirtî li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, doh yekşemê, mangirtin lidarxistin li dijî biryara PYD bi qedexekirina perwerdeya taybet.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo, malbatên xwendekaran jî tevlî mangirtinê bûn û piştre bû xwepêşandanek mezin û siloganên bi rakirina van biryaran hatin bilindkirin.

Herweha şandek ji serkirdayetiya partiya Yekîtî ya Kurd û endamên rêxistinên partiyê li Qamişlo di xwepêşandanê de beşdarbûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button