Break newsNûçeslide

Li Qamişlo ENKSê semînareke diyalogê lidarxist

Yekîtî Media 3/6/2017

Doh înê li bajarê Qamişlo , emîndariya giştî ya ENKSê semînareke diyalogê lidarxist, bi amadebûna hejmarek ji Akadimî û siyasetmedar û rewşenbîr û rojnamevanan kurd.

Endamên emîndariya giştî ya ENKSê Dr. Lazgîn Fexrî û Fêsel Yûsif û Ebdilsemed Xelef Biro semînar birêve birin, û dema herî mezin ji bo cemawerê beşdar terxan kirin da ku karê encûmenê bi nirxînin û rexnan lê bikin.

Endamê emîndariya giştî ya ENKSê ji Yekîtî Media re ragihand, ku ew semînar li ser biryara emîndariya giştî hate lidarxistin, herweha biryar e ku semînarên bêtir ji vî rengî li hemû bajar û bajarokên herêma Kurdistana Sûriyê bêne lidarxistin.

1 2

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button