Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Parlemana Tirkiyê şerê destan derket

Yekîtî Media 12/1/2017

Di rûniştina roja duyem ya gengeşekirina projeya yasaya destûra nû li Parlementoya Tirkiyê de şerê destan di navbera parlementaran de derket.

Di dema gotbêjkirina madeyên projeya destûra nû de, nakokî di navbera parlementarên AKPê û CHPê de derket, di encama pêdegiriya her yek li ser helwesta xwe de alozî derket û şerê destan di navbera wan de rû da.

Madeya hatiye gengeşekirin, taybet bû bi desthilat û erkê parlementoyê.

Piştî 10 xulek ji navbirê, ew made bi dengdana parlementarên CHPê hate pesendkirin.

Di Komîta Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de  ji bo madeya sêyemîn a pêşniyaza guherîna destûra bingehîn 341 dengên erê, 139 dengên red hatin dayîn bi vî awayî made hat pesendkirin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button