Break newsNûçeslide

Li Orfayê girûpeke Tirk êrîşî dikanên welatiyên Sûrî kirin

Yekîtî Media 28/3/2017

Girûpeke ji welatiyên Tirk, roja yekşemê demjimêr 9ê bi şev, êrîşî dikanên welatiyên Sûrî li bajarê Orfayê yê Kurdistana Tirkiyê kirin.

Qusey Eyad ku li cihê bûyerê bû ji Yekîtî Media re ragihand, ku pirsgirêk di navbera ciwanên Sûrî û yên Turk li meqamê Ibrahîm Xelîl derket, ku ciwanên Tirk destdirêjî li ser jinên Sûrî kirin, lewra astengî derket û çekên sipî hatin bikaranîn û hin kes birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button