Break newsNûçeslide

Li mihwerê Xurmatûyê Hêza Pêşmerge êrîşa DAIŞê têkşikand

Yekîtî Media 28/5/2017

Şeva borî hêza Pêşmerge li mihwerê Xurmatûyê êrîşa çekdarên DAIŞê têk şikand.

derenge şeva borî çekdarên DAIŞê tevgerek kirin û êrîşî ser hêza Pêşmerge li Foca 30 ya Lîwaya 116 kirin.

Çekdarên DAIŞê çend bombe li ser riya Pêşmerge danabûn, bombeyek bi otombîla Pêşmerge de teqiya û 3 Pêşmerge birîndar bûn. Piştre li gundê Hilêwa Biçûk şer û pevçûn di navbera Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket.

Gundê Hilêwa Biçûk 30 k.m li başûrê rojavayê qezaya Xurmatûyê ye û li ser riya Xurmatû û Tekrîtê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button