Break newsNûçeslide

Li Hesekê Asayişa Serbazî ya PYDê êrîşî malan dike

Yekîtî Media 29/9/2016

Li bajarê Hesekê asayişa serbazî ya girêdayî partiya yekîtiya demokrat PYDê êrîşî malên sivîlan li taxa Ezîziyê kir, bi mebesta binçavkirina ciwanên wan yê ku ji serbazgehên leşkeriya bizorê ya PYDê reviyabûn .

Welatî M.X ji nişteciyên taxa Ezîziyê ji nûçegihanê Yekîtî Media re ragihand, ku asayişa PYDê kurê wî li ser rêbendekê binçavkirin û ew birin leşkeriya bizorê , tevî ku kurê wî leşkeriya Rêjîmê kiribû, ew bêbawerî bû ji vê xizmetê lewra ligel girûpekê ji hevalên xwe ji serbazgeha PYDê reviyan.

Herweha M.X got, jiber vê sedemê asayişa PYDê êrîşî mala min kirin û gef li min kirin eger ez kurê xwe radestî wan nekim, û birayê ciwanekî ji yên revayî û kurê mamê yekî din jî binçavkirin, herweha bavê ciwanekî ku navê wî Xenam Elkubeysî ye binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button