Break newsNûçeslide

Li gundewarê Idlibê bêtirî 100 kesî bi çekên kîmawî şehîd bûn

Yekîtî Media 4/4/2017

Nêzîkî 100 kesên sivîl di encama bombebarana bi çekên kîmawî li devera Xan Şêxon ya parêzgeha Idilbê hatine kuştin.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Idlibê daxuyakirin, îro danê sibê firokeyên şer gundê Xan Şêxonê bombebaran kirin, di encamê de nêzîkî 100 kesan bi gaza kîmawî canê xwe jidest dan, ji nava wan gelek zarok û jin hene, Herwiha bi dehan jî tûşî bihntengiyê bûn.

Li gor çalakvanên Xan Şêxonê jî, heta niha tîmên hewarçûnê mijûlî veguhestina xelkê ji bo nexweşxaneyan in.

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de rêjîma Sûriyê bi encamdana wê komkujiyê tawanbar kir û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku bi erkên xwe li hember vê komkujiyê rabe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button