Break newsRaportslide

Li gundewarê Amûdê salvegera şehîdbûna Danyal Hewas Mito hate vejandin

Yekîtî Media 8/7/2017

Rêxistina Amûda ya partiya Yekîtî ya Kurd ligel rêxistina PDK-Sê li Amûdê beşdarî rêûresmên bîranîna salvegera şehîdbûna şehîdê pêşmerge Danyal Hewas Mito, roja çarşema bûrî, li gundê Çolmê Gabara li gundewarê Amûdê bûn.

Bi vê boneyê serkirdeyê partiya Yekîtî ya Kurd Merwan Îdê gotinek arastî beşdaran kir têde li ser pakrewanên ku ji bo Kurdistanê giyanê xwe erzan dan e axivî, û şehîd bilind nirxandin.

Ji aliyê xwe ve Hewas Mito bavê pakrewan Danyal di gotinekê de spasiya hemû beşdaran kir.

Tê zanîn ku pakrewan Mîlad Hewas Mito sala 1992 jidayik bûye, roja 5ê meha tîrmeha 2016an li mihwerê Askê Mûsil di şerê li dijî Daişê de şehîd bû.

1 2 3 4 5

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button