Li gundewarê Aliyan bîranîna koçbûna Barzaniyê nemir hat vejandin

Yekîtî Media 1/3/2017

Îro çarşemê, li gundê Helaq li gundewarê navçeya Aliyan, xwecihiyên ENKSê li Tirbesipiyê û Çilaxa û Girkê Legê salvegera 38an ya koçbûna Barzaniyê nemir vejand.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa û Aliyan ragihand, ku bi hezaran xelk beşdarî bîranînê bûn, herweha şandên encûmenên xwecihî yên ENKSê û rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û yên ciwan û jinan di boneyê de amadebûn.

You might also like

Comments are closed.