Break newsNûçeslide

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera YPGê û Eniya El Nusra de derket

Yekîtî Media 13/6/2017

Şer û pevçûn li navçeya Şêrewa ya Efrînê û li derdora Keleha Samanê di navbera HSD û YPGê ji aliyekî ve û Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra) ji aliyekî din ve ji şeva borî ve berdewam e.

Rojnamevan Ayanda Koran ragihand, ji şeva borî ve şer û pevçûn li derdora Keleha Samanê ya dîrokî (20 K.M li başûrê Efrînê) di navbera YPG û HSD li aliyekî û çekdarên Fetih El-Şamê li aliyê din de derketiye.

Herwiha got, çekdarên Fetih El-Şamê êrîşî gundên Basûfan, Îska û Celemê yên heman navçeyê kirin, lê şervanên HSDê êrîşa wan têk şikandin.

Ayanda Koran da zanîn ku heta niha şer û dengê çek û teqayan bi awayekî bi navber tê bihîstin.

Li gor medyayê nêzîkî YPG û HSDê ve, ku 28 çekdarên Fetih El-Şam hatine kuştin û 7 otombîlên leşkerî rûxandine.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button