Break newsNûçeslide

Li Efrînê girtiyekî ENKSê di dadgeha PYD de jiyana xwe jidest da

Yekîtî Media 24/5/2017

Li Efrînê, welatiyê bi navê Mihemed Hesen Sîdo di dadgeha PYD de canê xwe jidest da.

Alîgirê ENKSê û PDK-Sê Mihemed Hesen Sîdo ku temenê wî 80 salî ye, îro di dadgeha PYD de li Efrînê canê xwe jidest da.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji Yekîtî Media re da zanîn, Mihemed Hesen Sîdo ji gundê Bêlê yê navçeya Şera ye û temenê wî 80 salî ye û yek ji kesayetiyên navdar yên Efrînê ye, ku ji destpêka temenê xwe de di nava rêza kesên welatparêz û xebatkar de bû û ji nifşê yekem yên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê bû, [ ew yek ji piştgirê PDK-S û ENKSê li Efrînê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button