Break newsNûçeslide

Li Efrînê çekdarên PYD pîremêrên 60 salî bo leşkeriya bizorê dibin

Yekîtî Media 21/5/2017

Li Efrînê hêzên ser bi PYD ve bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de digirin û 5 pîremêrên bi temen bi darê zorê dibin leşkergeheke YPGê.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ragihandin, hêzên ser bi PYD ve bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de girtin û Mihemed Osman (65 salî), Mihemed Sito (60 salî), Midhet Mihemed (60 salî), Mistefa Bekir (40 salî) û Semîr Mistefa (38 salî) bi darê zorê ew birin leşkergeheke YPGê.

Ev ne cara yekem e ku hêzên ser bi PYD ve pîremêrên bi temen mezin ji ber kurên wan yên ku ji Efrînê koçber bûne bi darê zorê dibin leşkergehên YPGê.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button