Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Diyarbekirê 59 gund û mezrik hatin qedexekirin

Yekîtî Media 29/5/2017

Li Diyarbekirê,  li 59 gund û mezrikên bi ser 3 navçeyan ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan hat ragihandin. Qedexe ji bo gundên bi ser Lice, Karaz, Pîran û Hezroyê ve duh hat ragihandin û dê heta bangewaziyeke duyemîn ev qedexe dewam bike.

Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo 59 gund û mezrikên bi ser navçeya Lice, Karaz, Hezro û Pîranê ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê, qedexe ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê hatiye ragihandin û heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriyê dê li wan herêmên qedexekirî operasyon dewam bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button