Break newsNûçeslide

Li Dêrsimê 2 endamên PKKê hatin kuştin

Yekîtî Media 4/8/2017

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê 2 endamên PKKê di encama operasyoneka asmanî de canê xwe ji dest dan.

Parêzgeriya Dêrsimê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li gundê Dolukupê dijî endamên PKKê  bi firokeyên bêfirokevan operasyon pêk hatiye û 2 endamên PKKê hatine kuştin û çekên wan jî ketiye destê hêzên ewlekariyê.

Parêzgerî amaje kir ku dê operasyonên wan bibiryarê berdewam bike.

Ji aliyekî din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) jî duh daxuyaniyek belav kiribû dabû zanîn ku li navçeya Şemzînanê hêzên wan hejmarek zêde leşkerên Tirkiyeyê kuştine.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button