Break newsNûçeslide

Li Dêrikê û Girkêlegê Asayişa PYD berdewam e di binçavkirina siyasetmedaran de

Yekîtî Media 3/2/2017

Nûçegihanê Yekîtî Media li Girkêlegê ragihand, ku asayişa PYD endamê komîta Herêmî ya PDK-S Ehmed Alocî , doh pêncşemê, binçavkirin û ew birin navendeke xwe ya ewlehî.

Herweha nûçegihana Yekîtî Media li Dêrikê ragihand , ku roja çarşema borî, 1ê sibatê, çekdarên PYD endamê PDK-Sê Luqman Seyd Mihemed dema ku ji bajarê Dêrikê diçû gundê xwe Carûdiyê ew binçavkirin.

Tê zanîn ku bi dehan ji endam û serkirdeyên partiyên ENKSê hîn binçavkirî ne di zindanên PYDê de ji cenazeta şehîdê pêşmergên Roj Hebîb Qedrî di orta tebaxa sala 2016 an de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button