Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li bakurê Kurdistanê 6 parêzvanên mafên mirovan hatin girtin

 Yekîtî Media 19/7/2017

Dadgeha cezayî ya 10 a Stenbolê biryara girtina 6 endamên Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî (Amnesty International) da.

Di nav wan de Berpirsiyara Tirkiyê Idil Eser, hevwelatiyê Swêdê Ali Ghravi û hevwelatiyê Almanyayê Peter Steudtner jî hene. Hemberê 3 gumankaran jî, qedexeya derketina derveyî welat hate biryar dan.

Dozger li dijî parêzvanên mafê mirovan giliyê alîkarîkirin a rêxistinek terorê ya çekdar kir, lê tu navê rêxistinek çekdar ne da.

Amnesty International daxwaza azadkirina endamên xwe kiribû. Tê çaverêkirin, girtina wan aloziyên di navbeyna Amnesty û Tirkiyê de berferehtir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button