Break newsRaportslide

Li bajarê Aysin semînarek bi boneya salvegera komkujiya Hesekê hate lidarxistin

Yekîtî Media 5/10/2017

Rêxistina Almanyayê ya partiya Yekîtî ya Kurd semînarek bi boneya derbasbûna salekê li ser komkujiya hola Senabil li bajarê Hesekê, ku di encamê de parêzer Behaa Eddîn Fatimê endamê komîta navendaî ya partiya Yekîtî û birayê wî Ebdulhekîm şehîd bûn.

Di semînarê de nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe beşdarbûn, herweha nûnerê komeleya Barzanî ya xêrxwazî berêz Celal Mistefa amadebû.

Mamoste Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî gotina partiya Yekîtî pêşkêşkir û tê de li ser xebata gorbuhiştî Beha Eddîn axivî ku ew kesekî navdar bû di civaka xwe de û di nav tevgera siyasî ya kurdî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button