Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 8 kes hatin kuştin

Yekîtî Media 28/5/2017

Li eyaleta Mîsîsîpî  ya Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 8 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin, ku li başûrê bajarê Jackson ê paytexta eyaleta Mîsîsîpî, kesekî li 3 cihên ciyawaz bi çek teqe li xelkê kiriye û di encamê de 8 kes hatine kuştin.

Berdevkê Ofîsa Lêkolînan a Mîsîsîpî, Warren Strain di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku kesê teqeker li 2 cihan li Brookhaven û li cihekê li Bogue Chitto gule berdaye xelkê û di her sê bûyeran de 8 kesan canê xwe ji dest dan.

Warren Strain herwiha diyar kiriye, ku di nava kuştiyan de Cîgirê Rêvebirê Polîsê Bajarokê Lincoln jî heye.

Bûyer li devera Lincoln çê bûye ku li başûrê bajarê Jackson e û derdora 68 km ji navenda bajêr dûr e.

Polîsê Mîsîsîpî kesê ku teqe kiriye, desteser kiriye û lêkolîn bi wî kesî re daye destpêkirin.

Li gorî medyayên xwecihî, navê kesê desteserkirî Cory Godbolt û 35 salî ye.

Di dema desteserkirinê de, Godbolt ji rojnamevanan re ragihandiye, wî ji ber wê çendê ew kar kiriye, çimku ji jin û zarokên xwe hez dike.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button