Break newsNûçeslide

Lêvegera Siyasî civata xwe ya jibo dest nîşankirina herdû komîtén pispor bi dawî kir

Yekiti media- Qamişlo
Lêvegera Siyasî ya kurdî îro pênceşmê li çayaneya (kobané) li Qamişlo civînek lidarxist bi ne amadabûna 3é endamén TEV DEMé(Aldar xelîl – sînem mihemmed – asiya ebdulla) bo destnîşankirina endamên Komîteya
Taybetmend ya leşkerî û Komîteya Birêveberîya Xweser bo rojavayé kurdistané>
“mistefa meşayix” endamé lévegera siyasî ji nûçegihané Yekiti media re axivî û got:” ev civata me lidarket bo gengeşekirina herdû komîtén leşkerî û Birêveberî û her weha me liser hilbijartinén réveberiyén xwecehî yén ji aliyé xweseriya demûqratî ve hatina ragihandin dan û sitandin kirin û giftûgo çébûn li ser leşkeriya neçar û hat biriyarkirin ku ev mijar komîtén pispor li ser wan bisekinin.
“meşayix” ragihand ji nûçegihané malpra mere ku TEV DEM ji aliyé xwe ve navé nûnerén xwe di herdû komîtan de dest nîşankir:
Komîta leşkerî:(fewzî şingalî-mistefa meşayix-mihemed mûsa- ferhad télo-û “mizgîn ehmed” wek ser bi xwe)
Komîta biréveberî(ebdiselam ehmed-salih gedo-cemal şéx baqî-nisredîn ibrahîm û “selwa bedran” wek serbixwe)
Û liser vé mijaré berdewamkir û got: wé encumena niştîmanî navén nûnerén xwe roja 25é vé mehé destnîşan bike.
Té zanîn ku lévegera siyasî hola “rewabî” destnîşankir bo hemi civatén xwe di péşerojéde lé lidarxin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button