Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Lavrov: YPG û HSD bi DAIŞê re rêkeftin danîne

Yekîtî Media 1/6/2017

Wezîrê Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, agahiyên wan hene ku hêzên HSD û YPGê bi DAIŞê re lihev kirine, da ku çekdarên DAIŞê bê şer ji bajarê Reqayê derkevin û berve Tedmurê biçin.

Lavrov li Moskoyê di konferanseke rojnamevî de ragihand, HSD û YPGê red dike ku wan rêkeftin ligel DAIŞê kiribe, lê agahiyên ku di destê wan de hene, cuda ne.

Lavrov got, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ji vê agahiyê piştrast e. Lewra piştî vê agahiyê DAIŞ ji Reqayê derket û berê xwe da Tedmurê, lê hêzên wan ew karwana çekdarên DAIŞê armanc kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, firokeyên Rûsyayê di roja 25 Gulanê de karwanek, roja 29 Gulanê 3 karwan û roja 30 Gulanê karwanên çekdarên DAIŞê yên ku ji bajarê Reqayê derdiketin armanc kirin.

Herwiha li gor wê daxuyaniyê ku, di encama wan êrîşan de 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 36 otombîlên leşkerî, 8 tankerên petrolê, 17 otombîlên “Pick Up” ên leşkerî jinav birin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button