Break newsNûçeslide

Lavrov: Emê Hikûmet û Rikberiya Sûriyê lihev bînin

Yekîtî Media 20/12/2016

Civîna wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Mosko bidawî hat û Lavrov dibêje ewê hikûmet û Rikberiya Sûriyê lihev bînin.

Piştî bidawîhatina civîna wezîrên derve yên hersê welatan, her yek ji Lavrov, Zerîf û Çawûşoglu konferanseke rojnamevanî ya hevbeş lidar xistin, tê de Wezîrê Derve yê Rûsya ragihand, ku her yek ji Rûsya, Tirkiyê û Îran wê bizavan bikin, daku hikûmet û Rikberiya Sûriyê li hev bînin.

Herweha Lavrov tekez kir ku, civîna wan ya îro li Moskoyê, ji hemû civînên berî niha giringtir e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button