Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Koşner: Ev 50 sal in, ez li hêviya Kurdistana serbixwe me

Yekîtî Media 14/6/2017

Wezîrê derve yê berê yê Fransayê û dostê Kurd ê derîn Bernard Koşner diyarkir ku “Ev 50 sal in li hêviya serxwebûna Kurdistanê ye. Kurd têkoşînê ji bo demokrasî û azadiyê dikin. Baştirîn çareserî di rêya serxwebûnê de jî, ji Neteweyên Yekgirtî derbas dibe”.

Koşner destnîşankir “Ger zagonên navneteweyî nikaribin piştgiriya dozek wekî doza Kurd bikin, ew tê wê wateyê ku ew zagon dive bên guherandin. Herî kêm divê ji vî gelî bê pirsîn: tu çi dixwaze? Rêz li vîn a vî gelî bê girtin”.

Koşner diyarkir, hîn ji xortaniya xwe ve çalakvanek piştgîr ê doza Kurd bû ye. Wê demê li gel nemir Mele Mistefa Barzanî hevdû dîtine û bûye heyranê vî kesayetiya mezin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button