Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Koşner: dem guncaw e jibo serxwebûna Kurdistanê

Yekîtî Media 16/12/2016

Wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Koşner ragihand, pêwîst e serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û dem hatiye ku sînorên vê navçeyê bêne guhartin.

Di çarçoveya beşdarîkirina di panela yekem ya konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” de ku li zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê birêve diçe, wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Koşner got: “Pêwîst e serxwebûna Kurdistanê were ragihandin, di vê navçeya gelek bi pirsgirêk de, dem hatiye ku sînor were guhartin û dikarin pişt bi gelek kesên xwebexş bibestin.”

Koşner got jî: “Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikim û 50 sal in çaverêyî vê rojê dikim, ku Kurd xebatê bo demokrasî û azadî dike, baştirîn rê jî bo serxwebûnê, riya Netewên Yekgirtî ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button