Break newsNûçeslide

Konsolê Amerîkayê serdana hêzên pêşmerge li Mexmûrê kir

Yekîtî Media 11/6/2017

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê diyar kir, herweke par, îsal jî amade ne ji bo hevkariya pêşmerge, li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo bikin.

Roja Şemiyê 10-06-2017 Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Ken Gros li Eniya Mexmûrê serdana Hêzên Pêşmerge kir û li gel Berpirsê Eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî hevdîtinek pêk anî.

Piştî serdanê Ken Gros ragihand: “Di vê serdanê de derfeta me çêbû derbarê rewşa şerê DAIŞê û eniyan de biaxivin. Herwiha destxweşî li pêşmergeyên qehreman dikim, ku di vî şerî de gellek qurbanî dan.”

Herweha got: “Sala derbasbûyî me plan danî ku alîkariyê pêşkeşî Hêzên Pêşmerge bikin. Em amade ne piştî nemana DAIŞê careke din li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê biaxivin. Herwiha amadene zêdetir alîkariyê bidin pêşmerge. Herwiha bi hevre kar bikin da ku rê nedin grûpên biçûk ên weke DAIŞê derbikevin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button