Break newsNûçeslide

Kongirê Riyad 2 : ENKSê mafê Kurdan parast

Yekîtî Media

Civînên opozisyona Sûriyê li paytexta Sûdiyê berdewam dikin, û nûnerên ENKSê li pêşiya wezîrê derveyê Sûdiyê û şandiyê navdewletî, daxwaz kirin ku Sûriye bibe welatekî demokrat û federal û mafê gelê Kurd têde parastî be.

Cîgira serokê ENKSê, Fesla Yûsif ku ew jî niha li bajarê Riyadê ye ragihand, ku di civîna berî nîvro de, bi amadebûna wezîrê derveyê Sûdiyê, Adil Cûbeyr, û Şandiyê taybet yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura, 2 gotar ji aliyê nûnerên ENKSê hatin pêşkêş kirin, ya yekem ji aliyê Ibrahîm Biro serokê ENKS, û ya diwem jî, ji aliyê cîgira serokê Encûmenê bû, têde daxwaz kirin ku Sûriyê bibe welatekî demokrat û mafê gelê Kurd jî parastî be.

Di civîna diwem de, Nûnerê ENKSê li nav Itîlafa Opozisyona Sûriyê daxwaz kir ku Sûriye bibe welatekî federal, û niha jî civîna Sêhem destpê kiriye, û têde reşnivîsa daxuyaniya bidawî hatina civînê tê gotubêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button